Dayikên Aştiyê yên Îranê: Li hemberî êrişan bêdeng nemînin
Koma Dayikên Aştiyê ya Îranê ragihand ku êriş bandoreke giran li jin û zarokan dike û ji bo rawestandina şer banga gavavêtinê kir.
Koma Dayikên Aştiyê ya Îranê ragihand ku êriş bandoreke giran li jin û zarokan dike û ji bo rawestandina şer banga gavavêtinê kir.
Koma Dayikên Aştiyê ya Îranê têkildarî şerê navbera DYE-Îsraîl û Îranê û bandor û xeteriya wê li ser gelên Îranê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate raighandin ku daxwaza bidawîkirina bilez a şer û vegera li çareseriya dîplomatîk dikin û wiha hate gotin: “Divê bi rêya diyalogê û amadekirina planekê, ji bo bidawîkirina nakokiyan û gihîştina bi aştiyeke mayînde li herêmê, hewldan werin dayîn. Em tekezî li ser rola civaka sivîl û beşdariya gel di avakirina aştiyeke berdewam de dikin.
Em daxwaz ji saziyên sivîl û siyasî, hunermend, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan û endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku li hemberî berdewamiya êrişan û encamên wan ên mirovî bêdeng nemînin û ji bo rawestandina şer gavan bavêjin. Encamên şer ên li ser welatiyan, bi taybetî jin û zarokan diyarin. Xelkê Îranê qurbaniyên sereke ne û bandorên şer dê di qonaxa piştî şer de jî berdewam bikin.”
Hêjayî gotinê ye ku Koma Dayikên Aştiyê ya Îranê di sala 2007’an de ji komek jinên çalakvanên pêkhateyên cuda yên gelên Îranê, bi armanca parastina nîştiman, sekinîna li dijî şer û pêkanîna aştî, dadperwerî û demokrasiyê hate avakirin.